Demîrtaş: Em ne xayînên vî welatî ne!
Hevserokên HDPê Selhattin Demîrtaş, Figen Yuksekdag Hevserdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulistan Koçyygt û Ertugrul Kurkçu, Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Hatîp Dîcle û Leyla Gûven, çend parlamenterên HDPê li Amedê derbarê girtina Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Kamuran Yuksek de daxuyaniyek dan.
Selhattin Demîrtaş diyar kir ku li gorî ku agahiyên ji parêzerên Yuksek girtiye, Yuksek gotiye sedema binçavkirina wî daxuyaniyên ku daye û got: “Hevserokekî partiyek ji ber ku siyasetê dike û axiviye tê binçavkirin. Dixwazin Hevserokê partiyek ku ji sedî 55, 60 deng girtiye bixin girtîgehê.”
Demîrtaş di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ev welat welatê me ye jî. Em ne xayînên vî welatî ne. Em zarokên vî welatî yên ku serbilind in. Ger li vî welatî xayin hebe, ew jî kesên ku îxanetê li nirxên gelan dikin in.”
Rudaw
