Zêdetirî 40 milyon kes penaber bûn
Saziya Çavdêriya Rewşa Penaberiyê li ser rewş û hejmara penaberan raportek eşkere kir. Li gor raporta Saziya Çavdêriya Rewşa Penaberiyê di sala 2015’an de 8 milyon û 600 hezar kes ji ber şer penaber bûne û bi vê yekê jî hejmara wan penaberan di sala par de digel yên ku beriya niha hatine tomarkirin, gihişte zêditrî 40 miylon penaberan.
Her wiha di raportê de sedema zêdebûna hejmara penaberan jî weke Bihara Erebî û derketina rêxistina DAIŞ’ê hat nîşandan û li gor Sekreterê Giştî yê Encûmena Norwecê ya Penaberan di dîrokê de hejmara herî zêde par hat tomarkirin.
Basnews
