• Saturday, 21 February 2026
logo

Kongrêsmanekî Amerîkî: Bila Pêşmerge kêmîneyên ayînî yên Iraqê biparêze

Kongrêsmanekî Amerîkî: Bila Pêşmerge kêmîneyên ayînî yên Iraqê biparêze
Endamekî Kongreya Amerîkayê daxwaz dike li Iraqê navçeyek aram ji bo kêmîneyên ayînî were avakirin û ew navçe ji aliyê Pêşmerge ve were parastin.

Kongresmanê amerîkî Jeff Fortenberry ji televîzyona VOA a amerîkî re ragihand, bila li Iraqê navçeyek aram ji bo parastina kêmîneyên ayînî yên mîna êzîdî û mesîhiyan were avakirin.

Jeff Fortenberry pêşniyar kir ku ew navçeya aram dikare li derdora Mûsilê were avakirin û ji aliyê Pêşmerge û Hikûmeta Kurdistanê ve were parastin û birêvebirin.

Wî kongrêsmanê amerîkî, ku endazyarê biryara Kongreyê ji bo bi jenosîdnasandina êriş û komkujiyên DAIŞê li dijî kurdên êzîdî û mesîhiyên Iraq û Sûriyê ye, anî ziman ku ji ber êrişên hovane yên DAIŞê kêmîneyên ayînî warê xwe terikandine û tirsa wê jî heye ku demografiya wan deveran were guhertin.

Wî endamê Kongreya Amerîka daxwaz kir ku bi hemû awayekî hewla parastina kêmîneyên Rojhilata Navîn bê dayîn da ku ew bikarin di rewşek aram de bijîn.

Basnews
Top