Fermandeyekî Supay Îran: Heta niha 1200 leşkerên Îranê li Sûriyê hatine kuştin
Li gorî raportek malpera Îsna Uwênellah Tebrîzî ragehandiye: “Di maweyê 4 salên derbasbûyî de heta niha 1200 endamên Supay Kerbela Mzeneran li Sûriyê hatine kuştin.”
Bi gotina Tebrîzî, hêza Supay Kerbela Mzeneran di meha borî de 3 caran li navçeya Xan Tûmanî li nêzîkî bajarê Helebê, êrîşên berfireh birine ser çekdarên DAIŞê û ziyanekî mezin gihandine wan.
Navborî herwiha gotiye: “Beşdariya çalak û rasterast ya Supay Kerbela Mzeneran di nav refên Artêşa Rêjîma Esed de wek şerê pêşî yê Mislmanan e, ew bi durişma “Elahû Ekber” diçin bereyên şer û baş hatine perwerde kirin.”
Tebrîzî gotiye jî: “Şer li dijî çekdarên DAIŞê gelekî zehmete, lêbelê heta niha me rê nedaye wan ku xwe bighînin cihên pîroz.”
Li gorî zaniyariyê ragehandinê, di şerê derdora Xan Tûman de 83 endamên Supay Kerbela Mzeneran hatine kuştin, lêbelê Îranê bi tenê nave 13 kuştiyên xwe belav kiriye, yek ji wan efserekî pile bilinde bi nave Şefî Şefîî ye.
