• Saturday, 21 February 2026
logo

Netewên Yekbûyî: Tirkiyê li CIZIRê 100 Kurd şewitandine

Netewên Yekbûyî: Tirkiyê li CIZIRê 100 Kurd şewitandine
Komsiyona Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ragihan, li navçeya Cizîrê ya Şirnexê 100 kes ji aliyên hêzên Tirkiyê ve hatine şewitandin.

Serokê Komsiyona Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Zeyd Reid Husên derbarê şer û pevçûnên li navçeya Cizîrê ya Şirnexê de daxuyaniyek da.

Li gor Associated Pressê Zeyd Reid Husên got: “Di destê me de belge hene ku li Cizîrê zêdetirî 100 kesan ji aliyê hêzên ewlekariya Tirkiyê ve bizindî hatine şewitandin.”

Zeyd Reid Husên diyar kir ku mafên mirovan li Bakurê Kurdistanê têne binpêkirin û got, pêwîst e lêkolînê li ser “şewitandina 100 kesî” li Cizîrê bibe.

Komsiyona Mafên Mirovan a NY derbarê binpêkirinên mafên mirovan daxwaza lêkolînê dike.

Husên herwiha anî ziman xelkên sivîl li Bakurê Kurdistanê li ser destê artêşa Tirkiyê hatine kuştin.

Rudaw
Top