• Saturday, 21 February 2026
logo

LI RIHAYÊ PEVÇÛN – ‘2 gerîliyan jiyana xwe ji dest dan’

LI RIHAYÊ PEVÇÛN – ‘2 gerîliyan jiyana xwe ji dest dan’
Li derketina bajarê Rihayê, dema ku polîsan xwestin otomobîlekê bisekînin, kesên di otomibîlê de gule berdan polîsan û pevçûn derket.

Hat îdiakirin ku 2 gerîlayên PKKê ku ji bo çalakiyan hatibûn di encama pevçûnê de jiyana xwe ji dest dan û yek jî birîndar bû.

Piştî pevçûnê rêyên li herêmê ji çûnûhatine re hatin girtin û tîmên ewlekariya Tirkiyê bo herêmê hatine veguhestin.

Rudaw
Top