• Saturday, 21 February 2026
logo

Îran dê Gorran û YNKê li hev bîne!

Îran dê Gorran û YNKê li hev bîne!
Rayedarekî Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dibêje, rêkeftin û lihevkirina Gorran û YNKê “tenê ji bo wê ye ku guvaşê bixin ser PDKê”. Şandeke Îranê jî ji bo wê rêkeftinê serdana Başûrê Kurdistanê dike.

Ev çend roj in rayedarên Tevgera Gorran û YNKê behsa rêkeftin û lihevkirinê dikin û didin zanîn ku dê di demek kurt de bi fermî rêkeftin were îmzekirin. Lê him di nav YNKê de him jî di nav Gorranê de dilgiranî û fikar li hember wê rêkeftinê hene.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyekî agahdar hatine wergirtin, girîngtirîn xalên ku di reşnivîsa rêkeftina Gorran û YNKê de hatine ziman, hemahengî û lihevkirina her du partiyan li ser mijar û bûyerên siyasî yên li Kurdistan, Iraq û Rojhiata Navîn, hevkarî û kordînasyona di navbera firaksyonên Gorran û YNKê di encumenên parêzgehan û parlamentoyên Kurdistan û Iraqê de ye.

Gorran û YNK her wiha bi vê rêkeftinê dixwazin di wergirtin û dayîna post û pileyên fermî de, bi awayekî hevbeş kar bikin û bi hev re bişêwirin û di guhertina sîstema siyasî ya Herêma Kurdistanê de jî, “ji serokatiyê bo parlemanî yan jî sîstemek têkel ji serokatî û parlemanî” hevnêrîn bin. Xaleke din a rêkeftina Gorran û YNKê jî zêdekirina desthilata encumenên parêzgehan e.

Çavkaniyekî nêzîkî Polîtburoya YNKê ji BAS re eşkere kir ku beşek mezin ji rayedar, kadro û alîgirên YNKê bi guman li wê rêkeftinê dinêrin û dibêjin, Gorran dixwaze bilez ew rêkeftin were îmzekirin, çimkî “qestên wê yên taybet” ji îmzekirina rêkeftinê heye.

Li gorî heman jêderî, beşek mezin ji endam û rayedarên YNKê jî dibêjin, nabe ew derb û tohmetên giran ên ku Gorranê di dema veqetiyanê de li YNKê da, bên jibîrkirin. Ew di wê baweriyê de ne ku sûda rêkeftina han ji bo YNKê, tenê di warê amadekirina zemîna diyalogê di navbera wan û PDKê de ji bo encamdana reforman de heye, jibilî wê yekê ti xêra wê rêkeftinê ji YNKê re tine.

Wî rayedarê YNKê her wiha da zanîn ku serkirde û kadroyên YNKê ji wê yekê ditirsin ku Gorran bi vê rêkeftinê hewl bide eniyekê li dijî PDKê ava bike, eger YNK vê yekê qebûl bike wê çaxê Herêma Kurdistanê ber bi parçebûnê ve diçe, ev jî yanê karesat.

Wî jêderî behsa helwesta alîkarên Sekreterê Giştî yê YNKê, Kosret Resûl û Berhem Salih jî kir û got, wan serdana kordînatorê giştî yê Gorranê Newşîrwan Mistefa kiribûn û jê re gotibûn, rêkeftina han divê tenê ji bo çaksazî û reformê be ne ji bo çepergirtin û qetandina pile û postan.

Li gorî ku ew berpirsê YNKê dibêje, heta niha YNKê bersiva PDKê nedaye û fikarên PDKê yên li hember rêkeftinê ji holê ranekiriye û li ser ragirtina balansê di navbera Gorran û YNKê de, 2 nêrînên dijber hene, ji ber wê jî şandeke Îranê dê ji bo wan nakokiyan serdana Silêmaniyê bike û bi her du aliyan re hevdîtin bike.

Endamê navenda ragihandinê ya YNKê Serbest Cîhad, li ser rûpela xwe ya facebookê behsa rêkeftina navbera Gorran û YNKê kiriye û gotiye, “Na bo rêkeftina me û Gorranê! Ez pir dilteng im ku partiya min dixwaze bi Gorranê re rêkeftinê îmze bike. Partiya min xeletiyek mezin dike…Qesta Gorranê ji vê rêkeftinê ew e ku guvaşê li PDKê bike û wê partiyê neçar bike dest ji dûrxistina wezîrên Gorranê û Serokê Parlamentoya Kurdistanê Yûsif Mihemed berde! Kurt û kurmancî, Gorran dixwaze YNKê ji bo hinek armancên xwe bikar bîne!”

Endama serkirdatiya YNKê û Seroka Firaksyona YNKê li Parlamentoya Kurdistanê, Bêgerd Talebanî li ser nerazîbûnên li hember rêkeftina Gorran û YNKê ji BAS re got, rêkeftina han tenê li ser hinek mijarên stratejîk û pirensîbên hevbeş tê kirin. Em û Gorran du partiyên mezin in ji ber wê jî mirov nikare li bendê be ku tevahiya endam û alîgirên me rêkeftinê qebûl bikin lê li gorî ku me rapirsî kiriye, piraniya endam û alîgirên me pê razî ne.

Çavdêrê siyasî yê nêzîkî PDKê, Niyaz Hacî li ser rêkeftina Gorran û YNKê ji BAS re got, Gorran dixwaze bi wê rêkeftinê hinek tiştan bixe destê xwe. Dixwaze kursiya parêzgariya Silêmaniyê û hinek kursiyên din bidest bîne û xwe ji tecrîdê xilas bike. Her wiha dixwaze YNKê li dijî PDKê bikar bîne û kengê gihîşt mirazê xwe dê hêcet û behaneyan ji rêkeftinê re bibîne û rêkeftinê hilweşîne. Bi vî rengî YNK dê ji hemiyan zêdetir zerer bike.

Serokê Firaksyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê, Omêd Xoşnav jî di gotarekê de ku kopiyeke wê ji BAS re hatiye şandin, li ser rêkeftina Gorran û YNKê gotiye, her pêngava ku YNKê bihêz bike û rewşa wê baş bike, em wek PDK pîroz dikin çimkî PDK bi wê yekê kêfxweş nabe hevpeymana wê tûşî kêşe bibe…

Lê Xoşnav di gotara xwe de hişyarî daye û gotiye, eger Gorran bixwaze bi wê rêkeftinê guvaşê li PDKê bike û dijberiya PDKê bike wê demê bila piştrast bin ku ew rêkeftin ji Silêmaniyê derbas nabe!

Basnews
Top