• Saturday, 21 February 2026
logo

2 jinên serkirdeyên Rojavayê Kurdistanê gihîştin Amerîkayê

2 jinên serkirdeyên Rojavayê Kurdistanê gihîştin Amerîkayê
2 jinên serkirde yên Rojavayê Kurdistanê gihiştine Washingtonê û biryar e li wir dest bi çend hevdîtinên fermî bikin.

Li gor agahiyan her yek ji Hevseroka Encûmena Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed û Nûnera Rêveberiya Xweser ya Rojava li Ewropa Sînem Mihemed, duh roja duşemê gihiştin Washingtonê.

Biryar e Îlham Ehmed û Sînem Mihemed li Washingtonê dest bi çend hevdîtinên fermî li gel berpirsên Amerîkî û saziyên ne hikûmî bikin.

Di civîna xwe ya damezirandinê de, Encûmena Sûriya Demokartîk biryar dabû ku sîstema nenavendî, bi giştî sîstema herî baş e bo Sûriyê.

Rudaw
Top