• Saturday, 21 February 2026
logo

NATO: Em Tirkiyê diparêzin

NATO: Em Tirkiyê diparêzin
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ragihand ku wan tedbîrên ewlehiya bo parastina asayişa Tirkiyê xurtir kirine û ewê berdewam bin jî li ser wê yekê.

Sekreterê NATOyê Jens Stoltenberg derbarê ketina hejmarek rokêt li bajarê Kilîsê yê Bakurê Kurdistanê ku ji navçeyên bin destê DAIŞê li Sûriyê tên avêtin, daxuyaniyek da.

Jens Stoltenberg di daxuyanyekê de piştevaniya NATOyê Enqere nîşan da û amaje bi wê yekê kir ku ew dilgrane ji ber têkçûna asayişa bajarê Kilîsê, ji ber ku avêtina wan rokêtan bandor li ser tevahiya asayişa Tirkyê kiriye.

Stoltenberg got ku NATOyê ji bo avêtina roketan tedbîrên ewlehî standine û eger ku tedbîrên nû jî hewcebe dê bistînin.

Rudaw
Top