Îtalia hewla berfireh kirina alîkariyên serbazî bo Herêma Kurdistanê dide
Di hevdîtinekê de bi amadebûna Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîr, Pinotti kêfxweşiya xwe ji bo serdankirina Herêma kurdistanê nîşanda û pîrozbahiya Pêşmerge û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ji bo serketin û destkevtên ku li şerê dijî terorîstên DAIŞê bi dest xistine. Her wiha rêz ji pêşmerge û şehîdên Kurdistanê girt û pêdagirî li ser vê yekê kir ku divê kordînatora navbera hêzên pêşmerge û hevpeymanan bi taybetî Îtalia bihê berfirehkirin ku welatê vî li ser alîkariyên serbazî bo Herêma Kurdistanê berdewam dibe.
Wezîra Parastina Îtalia xuyakir divê pêşmerge wek hêzeka serekî tevî Supaha Îraqê û hevpeymanan rolekê bi bandor ji bo rizgar kirina bajarê musilê hebe. Her wiha bal kişande ser bi hêzkirina têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Îtalia û berfireh kirina têkiliyan piştî êriş û metirsiyên terorîstan bo ser Herêma Kurdistanê û egîdiya Pêşmerger li şerê dijî terorê, û pêdagirî li ser berdewam bûna hewlên xwe kir ji bo vê yekê ku civaka navdewletî alîkatiyên xwe ji bo Pêşmerge zêdetir bike.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya vê serdanê û Hikûmeta Îtalia kir ji bo alîkariyên berdewamên serbazî bo Herêma Kurdistanê. Her wiha spasiya Serokwezîrê Îtalia kir ki li dema êrişên DAIŞê, piştîvaniya Herêma Kurdistanê kir û gel û Hikûmeta Herêma kurdistanê şanaziyê bi vê dostîniyê tevî Îtalia dike.
Derbarê piroseya rizgarkirina Musilê jî amaje bi vê yekê da ku divê pilaneka ron û bi hêz hebe ku bi hemahengiya navbera Hikûmeta Îraqê û Herêma Kurdistanê û hevpeymanan bihê piraktîzekirin. Ji hemûyan giringtir jî ev e ku dîtingeha gişt alî piştî piroseya rizgarkirina bajarê Musilê ron û eşkere be û akinciyên deverê bihên piştrast kirin ku paşrojeka geş hene.
Derbarê pirsên digel Bexdayê jî, Barzanî xuyakir her çende rewşa siyasî hatiye sekinandin, lê Herêma Kurdistanê hewlê dide pirsgirêkên tevî Bexdayê bi riya diyalogê çareser bike. Amdeyî ya Herêma Kurdistanê jî bo hemahengî û alîkariyên serbazî û siyasî û asayişî tevî Îtalia nîşanda.
