PKK rewşa Êzdiyan li gor berjewendiyên xwe bikar tîne
Li gor lêkolînekê BasNewsê, heta naha nêzîk salekêye bajarê Şengalê hatiye azad kirin, lê tenê 45 mal bi temamî vegeriyane navenda bajarê Şengalê.
Di derbarê nevegeryana Êzdiyan ya Şengalê de jî, Qayimqamê Şengalê Mehma Xelî ji BasNewsê re ragehand, nebûna xizmetkarî û ava nekirina bajar û wêranbun sedemê yekemîn ê nevegeryana xelkê Şengalê ye. Herwaha hebûna çekdarên PKKê jî li bajêr metirsiyekî din e, ku ne amadene saziyên hikûmetê vala bikin. Herwaha got: ‘’Bi fermana lêvegera siyasî ya Kurdistanê Mesûd Barzanî, bi tu awayekî nabe şer ê birakujî pêkbê. Lê li gel vê jî xelk ji ber hebûna çekdarên PKKê ditirsin, ji şer ê birakujî li Şengalê pêkbê. Lê em xelkê piştrast dikin ku bi tu awayekê şer ê birakujî wê dernekeve û PKK jî divê navenda bajar vala bike.’’
Herwaha ragehand, heta naha awahiyên hevt saziyên hikûmetê di destê PKKê de ye û ji wan daxwaz hatiye kirin ku, radest bikin.
Got: ‘’Di nava rêveberiya Polîsê Şengalê, dibistan, binkeyê zîrevaniya sînor û binkeyê tenduristî, yên li navenda bajarê Şengalê de bi cîh bune û ne amadene vala bikin. Berî çend mehan me lijneyek pêkanîn û serdana hemû partiyan kir, ku awahiyên wan Şengalê hebûn. Hemû partî li gor bangewaza me hatin û vala kirin. Tenê YBŞ nehat û ragehandin; Em tenê bi fermana Bexdayê wan awahiyan wê vala bikin.’’
Heta naha bajarê Şengalê ji aliyê îdarî ve ser bi parêzgeha Mûsilê ye, lê ji aliyê ewlehiyê ve hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ji dest DAIŞê rizgar kirin û diparêze.
Parlamenter Şêx Şemo jî ji BasNewsê re ragehand, sedemê serekî yê nevegeryana xelkê Şengalê çekdarên PKKê ne, ku li gelek rêyan ve ji bo vegera xelkê Şengalê pirsgirêk çêdikin û metirsiyekî mezin in, li dijî Êzdiyan û got: ‘’Xelkê Şengalê tenê tirsa wan ne şer ê birakujî ye, herwaha tirsa wan birin û revandina zarokên wan e ji aliyê PKKê ve. ‘’
Ji aliyê din ve siyasetvan û birayê rêberê PKKê yê di zîndanê de Osman Ocalan jî ji malpera fermî ya PDKê re ragehand; tişta ku PKK li Şengalê dike di xizmeta dagirkeranda ye. Ji bo vê jî Kurdên Êzdî divê yek helwest bin. Ji ber ku pêşeroja wan bi herêma Kurdistanê ve girêdayî ye, ne PKKê ve.
Herwaha fermandarê hêzên Pêşmergeyên Êzdî li Şengalê Qasim Dirbo ji BasNewsê re ragehand; PKK li çiyayê Şengalê dibistan vekirine. Bi taybet keçan razî dikin ku biçin nav rêzên wan. Ev jî metirsiyeke ji bo vegera xelkê Êzdî û got: ‘’PKK rewşa penaberan xirab bikar tîne û ev rewş buye metirsî li ser vegera penaberan. Lê em daxwaz ji xelkê Êzdî dikin vegerin û em jî wê bi hemû awayekê biparêzin.’’
Basnews
