Li Wanê du polîsên Tirkiyê hatin kuştin
Li gor agahiyan îro saet 09.30ê polîsan mayinek li navçeya Îpekyoliyê ya Wanê dîtin û dema xwestin wê bêbandor bikin bi wan de teqiya.
Di encama teqîna wê mayinê de du polis hatin kuştin û yek birîndar bû.
Li gorî medyaya Tirkiyê gerîlayên PKKê li ser rêyeke navçeya Îpekyolê ew mayin çandibûn.
Ew polîsê birîndar rakirin nexweşxaneya dewletê û hêzên ewlekariya Tirkiyê li navçeya Îpekyolê dest bi operasyonê kirin û hemû rêyên çûnhatina vê navçeyê girtin.
Rudaw
