Hijmar a çekdar ên Daişê maye 12000 kes
Di kongireyek a rojanmevanî de, Manwêl Vals, serok wezîr ên Firansayê, ragehand: hijmar a çekdar ên Daişê kêm bûne li Îraq û Suryayê û ji 15 hezaran bûye 12 hezar. Bo dawîhînanê bi çekdar ên Daişê rêkar ên tund dê encam bidîn. Pêdivîye hemû alîyek ji rûyê aydolocî ve berenagarî tîrorê bibe. Herweha divê Em piştîvanî ya wan vekoleran bihê kirin ew ên divên sîstemek a hizrî ya mîyanrew berhem bihînin.
Serok wezîr ên Firansayê got jî: Me kargehek a berhemhînan a berhem ê kîmyaî yê Daişû li Enbar ê ji nav birîye û navend a berengarîbûn a Daişê li bajar ên Firansayê dê bidamezrînîn û divê xort ên Firansayê jî di vî warî de bizav û çalakî yên xwe hebin. Berngarî ya tîrorê ne tenê kar ê desthilatê ye, belku kar ê hemû hevwelatî yên Firansayê ye. Me pêdivî bi berpirs ên Îsalamî yên mîyanrewe li Firansayê daku rêgirîyê li tundrewîyê bikin.
K24
