• Saturday, 21 February 2026
logo

Du bend li ber rêkeftina Goran û YNKê asteng in

Du bend li ber rêkeftina Goran û YNKê asteng in
Du bend ango made bûne asteng li ber îmzekirina rêkeftina YNK û Goranê.” Eşkerekirina vê zanyariyê ji hêla endamekî nivîsîna rêkeftina navbera wan herdu partiyan bû ku dibêje “Tenê civînek maye û dê hertişt yekalî bibe.” Ew herwiha banê zemenî yê rêkeftinê jî eşkere dike. Berpirsekî bilind ê Tevgera Goranê jî dibêje “Eger em bikarin piraniyê bidest bixin, tu rêgiriyek li pêşiya Goran û YNKê namîne ku li Hewlêrê hukim bikin.”

YNK û Tevgera Goranê û aliyên din jî çaverêya dema îmzekirina rêkeftina wan herdu aliyan dikin ku, demeke li ser kar kirine û di qonaxa dawî de ye. Endamekî komîteya nivîsîna rêkeftinê jî dibêje “Civînek tenê maye û banê zemenî jî hatiye danîn ka rêkeftin ji bo çend salan dibe.”

Navê rêkeftinê çi dibe?

Endamê Serkirdatiya YNKê Ferîd Eseserd hin zanyariyên nû li ser rêkeftinê ji Rûdawê re eşkere dike “Komîte bi erkên xwe rabû û hemû karên xwe kir. Lê erêkirina du bendên peymanê ji biryara serkirdatiya herdu partiyan re hat hîştin.”

Eseserd ku di komîteya hevbeş a Goran û YNKê bo nivîsîna peymanê de ye, pêşbînî dike ku “Civîneke tenê maye û dê hemû tişt yekalî bibe.”

Derbarê wan herdu bendên peymanê ku komîteyê biryara dawî li ser wan nedaye, Ferîd Eseserd ne amade ye naveroka wan eşkere bike, çimkî wek dibêje “Eger em eşkere bikin wateya wan namîne. Lê bi baweriya min, ji wan herdu madeyan madeyek ne minaqeşebar e û ya din dê bê serastkirin an wek xwe bimîne yan jî dibe ku gotûbêjên berfirehtir li ser bên kirin.”

Navborî navê peymanê û dema karpêkirina wê eşkere dike “Rêkeftin hevawayê rêkeftina stratejî ya PDK û YNKê ye. Lê navê vê rêkeftinê Rêkeftina Siyasî ye û ji bo sê salan hatiye nivîsandin.”

Derbarê ka gelo ev peyman rê li ber çêbûna du îdareyan venake, Ferîd Eseserd got “Madeyeke rêkeftinê behsa wê yekê dike ku em bi her hawî li dijî çêbûna du îdareyan in li Herêma Kurdistanê, çimkî hewldan tên kirin da navçeyên vebirrî vegerin ser Herêma Kurdistanê, êdî çawa em niha rabin û vî parçeyî parçetir bikin! Ev ne rast e.”

Deng hukim dikin an hêz?

Goran û YNKê bi vê peymanê dibin xwedî hêzeke cemawerî ya zêdetir li hember PDKê. Yanî eger deng û alîgir pîvan bin, hukmdariya Herêma Kurdistanê êdî dikeve destê YNK û Goranê.

Rêkeftina Goran û YNKê wek serkirdên wan herdu partiyan behs dikin, tenê îmzekirina wê maye. Hêza wan dora ji sedî 48 ji dengderên Herêma Kurdistanê dibe ku milyonek û 186 hezar dengên wan hene û bi vî rengî jî 202 hezar dengên wan ji yên PDKê zêdetir dibe.

Li gor hilbijartinên Encûmenên Parêzgehan di Nîsana 2014an de, PDK li Herêma Kurdistanê 816 hezar deng anîn ku ji sedî 38.34 ji temamiya dengan dike.

Goran hevrikiya PDKê dike

Li gor berpirsekî bilind ê Tevgera Goranê, piştî peymana Goran û YNKê dê hertişt biguhere, nemaze encamên proseya hilbijartinan. Awatê Şêx Cenab ji Rûdawê re got “Ev rêkeftin bi rêkûpêkî û baş birêve diçe. Li ser hemû astan pêşketin pêk tê û di hilbijartinan de jî dê bandora xwe hebe.”

Derbarê hukmdariya wan li Hewlêrê eger dengên zêde anîn û PDKê rêgirî li wan kir, Awatê Şêx Cenab dibêje kes nikare bibe asteng “Eger em dengên herî zêde binînin, tutişt nikare bibe asteng ku em û YNKê li Hewlêrê hukmdariyê bikin.”

Rudaw
Top