“Pêşmerge ji bo şerê Mûsilê amade ye lê artêşa Iraqê na!”
Bajarê Mûsilê ji havîna 2014ê ve heta niha di destê DAIŞê de ye û nêzîkî salekê ye behsa rizgarkirina wî bajarî tê kirin.
Derheqê operasyona Mûsilê de û beşdarbûna Pêşmerge di wî şerî de, fermandeyê Pêşmerge li eniya Guwêrê, Cemal Mortke ji BasNewsê re got, ji bo ku Pêşmerge tevlî şerê Mûsilê bibe dive Bexda û Herêma Kurdistanê li hev bikin, lê heta niha ev rêkeftin û lihevkirin çênebûye.
Cemal Mortke da zanîn ku Pêşmerge ji bo şerê Mûsilê amade ye lê wisa xuya dike ku amadekariyên hikûmeta Iraqê ji bo wê operasyonê nivîşkan in, çimkî di nav artêşa Iraqê de kêşe heye.
Wî fermandeyê Pêşmerge anî ziman ku Pêşmerge bi fermana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dê tevlî operasyona Mûsilê bibe û wiha got: “Lê Barzanî bi hikûmeta Iraqê re negihîştiye wê encamê ku fermanek wiha bide.”
Basnews
