YBŞ: Xeletiya PDKê ye ku hevkariya hêza me nayê kirin
Li gor zanyariyên Rûdawê, tîmeke amerîkî ya taybet beriya du heyvan li ser daxwaza Bexdayê diçe nav hêzên YBŞê li Şingalê nemaze li devera Barê, da ji nêzîk ve şervanan bibînin û dûre biryar bidin çawa hevahengî û hevkariya wan bikin.
Fermandeyê Giştî yê hêzên YBŞê Seîd Husên ne amade bû tu zanyariyekê di vî warî de eşkere bike, lê ji Rûdawê re got “Niha bi Bexdayê re hevahengiyeke me ya baş heye. Em bi rêya Bexdayê hevahengiyê bi Hevpeymaniya Navneteweyî re dikin bo bordûmana navendên DAIŞê li nêzîkî çeperên hêzên me li navçeya Um Cerîs nêzîkî sînorê Sûriyê. Lê em ji hevkarî û hevahengiya Amerîka û Hevpeymaniya Navneteweyî li dijî DAIŞê ne razî ne û pêwist e bêhtir alîkariya me bikin.”
Lê jêderekî ji hêzên YBŞê ku ji ber hestyariya mijarê nexwest navê wî bê eşkerekirin, ji Rûdawê re got “Amerîkî hatin û dûre tu bersiva wan nebû, dixwestin li ser erdê şervanan bibînin da bigihin qenahetê ku hevkariya lojistîk bidin hêzên me.”
Fermandeyekî hêzên Pêşmerge li Şingalê ji Rûdawê re got, haya wan ji hatina wê hêzê hebû “Lê diyar e amerîkî gihîştine wê baweriyê ku ew ne hêzeke fermî ye, lewra ji alîkariya wan poşman bûn.”
Li gor Seîd Husên, eger her rêgiriyek bo hevkariya hêzên wan hebe, xeletiya PDKê ye “Her rêgiriyek derbarê hevkarî û piştevaniya YBŞê hebe, xeletiya PDKê ye. Temamiya dinyayê li hêza me mikur tê, ji bilî PDKê. Em nizanin çima. Li ser vê yekê me xwest danûstandinê bi PDKê re bikin, lê ew xwe didin alî.”
Seîd Husên herwiha dibêje “Par ez çûme Parlamentoya Ewropayê û me li wir behsa jêhatîbûna hêza xwe ji wan re kir. Niha jî vexwendin ji çend welatan ji min re hatiye wek Rûsya, Gurcistan, Ermenistan û Amerîkayê. Lê ji ber hin sedemên taybet min nikarîbû serdana wan welatan bikim.”
Seîd Husên behsa hevkariyên Bexdayê bo YBŞê dike û dibêje “Bexda gihîştiye wê baweriyê ku YBŞê pir bihêz e bo parastina axa Şingalê. Çend caran soza şandina çekên giran jî da me, lê PDKê nahêle ew çek bigihin destê hêzên me.”
YBŞê berê herdu gundên Um Ceraîş û Um Zîbanê li nêzîkî sînorê Sûriyê bêyî hevahengiya Pêşmerge ji destê DAIŞê derxistin, niha jê amadekariyê dike da çend gundên din kontrol bike. Seîd dibêje “Eger firokeyên şer hinekî alîkariya me bikin, em dikarin pir bi hêsanî û bi kêmtirîn qurbanî, çend gundên Şingalê ji destê DAIŞê derxînin.”
YBŞê girêdayî Heşda Şeibî ye. Hikûmeta Bexdayê her meh mûçeya hezar şervanên wê hêzê dabîn dike. Fermandeyê wan dibêje “Bexda soz da ku mûçeya hezar şervanên din jî vebirre, lê nekir. Lewra em mûçeya wan hezar şervanan li ser 1700 kesî belav dikin û her meh her şervanek 600 hezar dînarî distîne.”
Rudaw
