• Saturday, 21 February 2026
logo

Baydemîr: Dema cîrantiya li gel Tirkan hatiye

Baydemîr: Dema cîrantiya li gel Tirkan hatiye
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Osman Baydemîr ragihand ku parlamentoya Tirkiyê derî li ser wan girtiye û dema wê yekê hatiye ku kurd û tirk bibin cîran.

Komeleya Mafên Mirovan a Amedê 14emîn kongreya xwe ya asayî li dar xist.

Parlamenterên HDPê, rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û hin rewşenbîr jî di kongreyê de amade bûn.

Parlamenterê HDPê Osman Baydemîr jî di kongreyê de axivî. Baydemîr, got nijadperestî di nava civaka tirk de belav bûye û ya baş ew e ku ew êdî weke du cîranan bijîn.

Osman Baydemîr wiha got: “Me xwest ev parlamentoya Enqereyê hem bibe parlamentoya Anatolya, hem bibe parlamentoya Mezopotamyayê. Hem bibe parlamentoya Tirkiyeyê û hem jî bibe parlamentoya Kurdistanê. Lê mixabin wan ev derî li ser me girt. Bi ya min, li gorî baweriya min, eger em nikarin di eynî malê de bijîn, em bibin du cîranên hev çêtir e.

Ji ber ku kongreya ÎHDê di roja dayikan de pêk hat, dayikên ku di şer de zarokên xwe ji dest dane jî nehatin jibîrkirin.

Serokê ÎHD a Amedê Racî Bîlîcî jî wiha got: “Her roj dayik zarokên xwe vedişêrin. Dayikên me ji zarokên 10 mehî bigrin heta ciwanên 25 salî bedena wan, perçeyên wan bi destê xwe vedişêrin. Em dibêjin heta edalet pêk bê, em ê vê pêvajoyê, vê têkoşînê bimeşînin. Em vê sozê didin hemû dayikan.”

Komeleya Mafên Mirovan a Amedê ku ji sala 1986an de hatiye avakirin, li ser binpêkirinên mafên mirovan raporan amade dike û van raporan bi raya giştî ya Bakur, Tirkiye û cîhanê re parve dike.

Rudaw
Top