RAPIRSIYA DAWÎ - Rêjeya dengên 2 partiyên kêm dibe
Şirketa lêkolînan ORCê encamên rapirsiya ku li 32 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê pêkanî, diyar kir.
ORCê rapirsiya xwe di navbera 5 û 6ê Gulanê de li 32 bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ligel 1265 kesan pêk aniye.
Li gor encamên rapirsiyê AK Partiyê û MHPê rêjaya dengên xwe zêde kirine û HDPê û CHPê jî rêjaya dengên xwe kêm kirine.
Kesên tevlî rapirsiyê bûne ji sedî 52.8 gotina emê dengê xwe bidin AK Partiyê, ji sedî 24 gotine CHP û ji sedî 12.8 gotine MHP û ji sedî 7.1 gotine emê bidin HDPê.
Herwiha di meha Sibatê de ji sedî 56.1 gotine em piştgiriya pergela serokatiya dikin, di meha Adarê de ji sedî 57 û di naga Gulanê de ji sedî 58.4 gotine ew piştgiriya pergela serokatiyê li Tirkiyê dikin.
Rudaw
