Wezareta pêşmerge dê hêzekê bo parastina Xurmato pêk bîne
Li 17 meha borî şandekê welatîyên Xurmato bi serokatîya, deverdarê Xurmato, Şelal Ebdul serdana serokê herêmê Mesûd Barzanî kiribûn û jê xwestibû bajêrkê Xurmato ji terorê sitan bê parastin.
Di niha jî da wezareta pêşmerge hewl diket, bo pêkînana hêzeka taybet bo bergirî kirinê ji Xurmato, li dûv zanyarîyên hatine belav kirin, hijmara wê hêzê dê 1500 kes bin û ji pêkhateyên Ereb û Tirkuman jî dê dinav dabin.
War.tv
