• Saturday, 21 February 2026
logo

Hengarya 275 ton çek pêşkêşî Pêşmergeyên Kurdistanê dike

Hengarya 275 ton çek pêşkêşî Pêşmergeyên Kurdistanê dike
Hengarya berdewame li ser alîkariya leşkerî bo Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê, bi şêweyekî rasterast, qunsilê wê jî li Hewlêrê dibêje ku, ew dê çend cûreyên ji çekên bi hêz bidin Pêşmerge.

Serqunsilê Hengarya li Hewlêrê Caba Sîkînzî di konfirasekî rojnamevanî de ragehand: “Di çarçoveya alîkariyên jibo şerê li dijî DAIŞê, heta niha Hengarya 275 ton çek û teqemenî pêşkêşî Hêzên Pêşmerge kiriye û biryar daye ku 110 cûreyên teqemeniyên bihêz pêşkêşî Pêşmerge bike.”

Herwiha got: “Niha şêwirmend û rahênerên leşkerî yên welatê me bi berdewamî rahênanê bi Hêzên Pêşmerge dikin û nexweşxaneyên me jî erkê çareser kirina birînadrên Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de dikin û niha 4 ji wan birîndaran jî vegeriyan Herêma Kurdistanê.”

Caba ragehand: “Hemû alîkariyên welatê Hengarya bi şêweyekî rasterast gihştin Herêma Kurdistanê û jibo Pêşmerge hatine pêşkêş kirin û alîkariyên din jî dê rasterast bighên Herêma Kurdistanê.”

Daxuyaniyên Serkqunsilê Hengariya piştî civîna wî ligel Parêzgarê Helbce hat ku di civînê de behsa çûnîtiya alîkariya bi parêzgeha Helbece hatibû gotûbêj kirin.

Basnews
Top