• Saturday, 21 February 2026
logo

Ewlehiya gundê Beşîr ê Kurdistanê kete milîsên Şîe

Ewlehiya gundê Beşîr ê Kurdistanê kete milîsên Şîe
Hêzên Pêşmerge dosyaya ewlehiyê ya gundê Beşîr radestî milîsên Şîe yên girêdayî Heşda Şeibî kir. Radestkirina dosyaya ewlehiya gundê Beşîr piştî rêkevtineke 3 xalî di navbera Hêza Pêşmerge û Heşda Şeibî de tê.

Piştî ku Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê di operasyonekê de gundê Beşîr ji destê çekdarên DAIŞê derxistin, dosyaya ewlehiyê ya wî gudî radestî milîsên Şîe yên Heşda Şeibî û polîsê xwecihî hat kirin.

Fermandeyê Giştî yê Heşda Şeibî li bakurê Iraqê Hacî Riza Necar di vê bareyê de ragihand: “Binkeya polîs hat vekirin û wan dest bi karê xwe kir. Bi hêviya xwedê me dosyaya ewlehiya wî gundî wergirt. Di demek kêm de ew hêzên (ji derve) hatine, dê derkevin û tenê çend fewcên Heşda Şeibî dê bimînin ku dê dosyaya ewlehiya gund bi hevbeşî ligel polîs bigirne destê xwe.”

Hacî Riza Necar got: “Her dema ku me zanî DAIŞ nema û ji nav çû, emê dosyaya ewlehiyê bidin destê Polîsê xwecihî.”

Pêştir Hêza Pêşmerge û Heşda Şeibî rêkevtinek li ser rewşa gudê Beşîr bi hev re îmza kiribûn. Li gor wê rêkevtinê, pêwîst e 3 pişk ji wê hêza Heşda Şeibî paşv ebê vekişandin û di heyama 3 mehan de dosyaya ewlehiyê radestî polîs bê kirin.

Hêzên Pêşmerge jî ku li derdora gudê Beşîr bi cih bûne, gund diparêzin û li ser wê yekê jî rijdin, ku gerek di dema diyarkirî de milîsên Heşda Şeibî vegerin cihên xwe yên berê.

Rudaw
Top