Hijmareke din Ereban xwe teslîmî pêşmerge kirin
Rêvebirê Polîsê Bajar û Bajarokên Kerkûkê Serhed Qadir di daxuynaiyekê de ragihand: Îro yekşemî 8ê Gulanê 10 malbatên Ereb ji deverên di bin kontrola DIŞIê de reviyan û xwe gihandin sînorê Başûrê Kurdistanê.”
Serhed Qadir got: “Ew malbatên Ereb piştî ku gihîştin sînorê Kurdistanê, xwe radestî Hêzên Pêşmerge kirin.”
Qadir da xuyakirin, 6 malbat ji bajarê Tikrîtê yê li parêzgeha Selahedînê û 4 malbat jî ji navçeya Hewîceyê ya girêdayî parêzeha Kerkûkê ji destê çekdarên DIŞIê reviyane.
Rêvebirê Polîsê Bajar û Bajarokên Kerkûkê da zanîn, ku hejmara endamên her 10 malbatan 47 kes e.
