• Saturday, 21 February 2026
logo

PDK destpêşxeriyekî nû pêşdixe

PDK destpêşxeriyekî nû pêşdixe
Di çend rojên pêş de, PDK destpêşxeriyekî nû ji bo kombûna hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê û serokê fraksiyonên Kurd wê pêkbîne, ku bi armanca gotûbêj kirina derbarê biryardana li ser pêşeroja Kurd li Iraqê wê bêne pêkanîn.

Li gor zanyariyan di wan çend rojên pêş de, PDK bi rêya Cîgirê PDK û Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve destpêşxeriyekê li gel aliyên siyasî yên Kurdistanê pêşdixe, ku civînên lîsteyên Kurdistanê û serokê fraksiyonên re hin hevdîtin wê bên pêkanîn.

Biryare Serokê Hikûmetê Nêçîrvan Barzanî destpêşxerî ji bo civînan wê bike û di wan civînan de biryar li ser helwêsta Kurdistanê ya di derbarê piroseya siyasî ya Iraqê de bê dayîn.

K.tv
Top