Li Hewlêrê Sykes-Picot bi çalakiyekî hat şermezar kirin!
Hejmarek ji çalakvan, rewşenbîr û ronakbîrên Rojavayê Kurdistanê bi armanca şermezarkirina peymana sykes-picot çalakiyek li darxistin.
Di çalakiyê de beşdarbûyan rêkevtina ku, Kurdistan parçe kiriye wekû rojeke reş nirxandin û çalakî di heman demê de, bo piştgiriya hêzên pêşmerge ku, niha berevaniya xaka kurdistnaê dikin.
Derbarê çalakiyê Nivîskar û şîrovekar Ronî Elî ji K24ê re wiha got:"Şermezarkirina Sykes-Picot erkê hemû Kurdan e, erkê saziyên sivîle, yê partiyên siyasî ne, her wiha yên kesayetiyên serbixwe ne jî, me xwest em dengê xwe bighînin hevalên xwe yên Ewropa jî yên ku, wê bi çalakiyeke mezin çêbikin, em jî li vir dibêjin na ji Sykes Picot re."
Çalakiya şermezarkrina peymana sykes-picot bi helbest û gotar herwaha mûzik bi rêve çû, tê de kurdên her çar parçên Kurdistanê beşdarî kirin.
Kesên bi vê çalakiyê rabûn jî dibêjin ew dixwezin deng û piştevaniya xwe bidin hevalên ku li bajarê Kolln a Almanyayê ku, biryare di 14ê vê mehê de, bi armanca şermezarkirina peymana navborî xwepêşandaneke mezin encambidin.
Derbarê vê yekê de Narîn Ehmed wiha got:" Derfeteke ji bo me ku, em xwe ji hemû cîhanê re bidin xuyakirin û sakirin."
Peymana sykes-picot di 16ê Gulana 1916an de, di navbera Fransa û Brîtaniyayê de hatibû îmze kirin, tê de sînorên Rojhilata Navîn bi destkeftên şerê cîhanê yê yekem li ser welatên Rojava hatin dabeş kirin û beşekî kurdistanê jî di bin destê yekîtiya sovyêtê ma û navê kurdistna sor lê hat kirin.
Basnews
