• Saturday, 21 February 2026
logo

Daişê zaroyekê heft salî bi tometa kafirbunê kuşt

Daişê zaroyekê heft salî bi tometa kafirbunê kuşt
Grubekê terorîstî zaroyekê heft salî b behaneya wê yekê gef li xudayî kirine û daxwaz kirîye ji hevalên xwe cuda be, li pêş çavên xelkê bi gulleyan dawî bi jîyana wî anîye.

Li gorî nûçeyên malperên Tirkîyê zaroyekê heft salî bi navê Meaz Hesen bûye û digel hevalên xwe yarî dikirin, li wî demî çekdarekê Daişê di ber wan ra derbazbûye û gotina Meaz çuye guhê wî demê gef li xudayî dikirin, ev jî li gorî gotina çekdarê Daişê.

Di dûv da çekdarê Daişê wî di gel xwede dibe û radestî dadgeha ayînî ya Reqe dike, dadgehê jî biryara kuştina wî derxistîye.

War.tv
Top