Serok Barzanî pêşwaziya Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê kir
Li hevdîtinê de rewşa siyasî û emnî û guhertin û pêşhatên dawî ya Iraqê û rûdanên Encûmena Nûnerên Iraqê û her wiha sedem û rêyên berdewambûna proseya siyasî guftûgo kirin û Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê, Serok Barzanî ji nêrîna rêxistina Neteweyên Yekgirtî yê di derbarê çareseriya qeyranên Iraqê û her wiha naveroka kombûna Encûmena Asayîş ya di derbarê Iraqê de agahdar kir.
Her li vê civînê de behsa peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê kirin û Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku li hemû rewşek da Herêma Kurdistanê li şerê terorîstên Da'îş de amadeyê hemû cûre hemahengiyeke li gel Hikûmeta Iraqê. Li beşekî dinê kombûnê da biryar li ser ewe hate dayîn ku her dû alî li ser pêşhatên siyasî û guhertinên nû li hevdû şêwirîn û raguhertina berdewam da bin.
