Rêveberekî Komel: Çapemeniya Iraqê bi kîn û nefret danûstandin li gel hevpeyvîna Mesrûr Barzanî kirin
Piştî duh 06.05.2016ê Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di rojnameya Washington post de gotarek belav kir û hevpeyvînek pêkanî, di hevpeyvîna xwe de qala çare nivîsa herêma Kurdistanê û rewşa naha ya Iraqê kir û ev yek di çapemeniya Iraqê de bi awayên cuda cuda hate weşandin. Di vê mijarê de rêveberê Komela Îslamî û parlamenterê fraksiyona Komela Îslamî li encûmena nûnerên Iraqê Zana Rostayî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Piştî hevpeyvîna şêwirmendê encûmena asayîşa herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li ser cudabuna Kurd a li Iraqê ji bo min diyar bu piraniya çapemeniya Iraqê de awayê weşandina vê nûçeyê bi kîn û nefretekî Ereb ve hate pêşkeş kirin. ‘’
Herwaha Zana Rostayî diyar kir, pêşeroj û peyvendiyên Herêma Kurdistanê, li ser destê desthilatdarên Iraqê, berbi nemanê ve diçe û tu baweriyek û pêşerojekî li gel yek man a Kurd û Iraqê nemaye. Herwah got: ‘’Herêma Kurdistanê çend zû cuda bibe, disa jî direnge. Ji ber vê jî pêwîste hewldanekî cîdî bê dayîn ku em xwe ji Iraqê rizgar bikin.’’
basnews
