• Saturday, 21 February 2026
logo

Ji Misirê biryarek bo Kurdistanê

Ji Misirê biryarek bo Kurdistanê
Misirê biryar da ku alîkariya Başûrê Kurdistanê bike.

Encumena Asayişa Navdewletî ya girêdayî Netewên Yekbûyî (NY) duh civînek derbarê rewşa Iraqê de pêk anî.

Di vê civînê de Balyozê Misirê yê li Netewên Yekbûyî Amir Ebdulletîf ku serokê vê gerê yê Encumena Asayişa Navdewletî ye jî, ragihand, ku Misir dê alîkariyan pêşkêşî Herêma Kurdisatnê bike.

Amir ebdulletîf got, Misir dê alîkariyên mirovî pêşkêşî Herêma Kurdistanê bike û da xuyakirin, ku ew alîkarî dê jibo koçberên li Başûrê Kurdistanê bin.

Herwiha Balyozê Misirê yê li Netewên Yekbûyî daxwaz ji Tirkiyê kir, ku leşkerên xwe ji nav axa Iraqê derxîne û paşve vekişîne.

Tamir Ebdulletîf herwiha serkevtinên vê dawiyê yên hêzên Iraqê bi ser çekdarên DAIŞê de jî pîroz kir û got: “Em pîrozbayî li hêzên Iraqê dikin, bi boneya serkevtina wan bi ser DAIŞê de.”

Ebdulletîf tekez kir, ku ew piştgiriya vegera ewlehî û îstîqrarê bo Iraqê dikin.

Rudaw
Top