• Saturday, 21 February 2026
logo

5 hezar xanî xera bûn û 100 hezar kesan koç kir

5 hezar xanî xera bûn û 100 hezar kesan koç kir
Li navçeya Gever a Colemêrgê 13’ê Adarê tevî qedexeya derketina kolanan operasyon hatibû destpêkirin û operasyona ku li pey xwe bajarekî wêranbûyî hişt 34 rojan dewam kir, lê qedexeya li ser navçeyê hê jî didome. Encamên operasyona ku 20’ê Avrêlê bi dawî bû, hêdî hêdî derdikevin holê.

Di encama operasyonan de 5 hezar avahî xera bûn û ji navçeya ku serjimara wê 120 hezar kes bûn, 100 hezar kesan koç kir û li bajarên derdora Colemêrgê belav bûn. Li gor zanyariyan 4 hezar kesan xwe spartin Wanê û hezar û 800 malbat jî li navenda Colemêrgê bicih bûn. Koçeke mezin bi ber navçeyên din ên Colemêrgê ve jî çêbû.

Çavkaniyên herêmî radigihînin ku operasyon, şer û pevçûn herî zêde li taxên Kışla, Orman, Mezarlık û Cumhuriyetê dijwar bûn û piraniya van taxan di encama pevçûnan de wêran bûne. Her wiha tê gotin ku li wan cihên ku tê plankirin qereqolan lê çêbikin gelek xanî hatine hilweşandin.

Di derbarê rakirina qedexeya li ser bajar de jî tê gotin ku dîrokek dîyar tune ye û parêzgeriya bajêr ragihandiye ku wê di demek kurt de bê rakirin, lê hê jî derketin, hatin û çûyîn qedexe ye.

Basnews
Top