Îsmaîl Beşîkçî: Serxwebûn ne niha be dê kengî be?
Lêkolînêr û nivîskarê tirk Îsmail Beşikçî bi helkefta 7emîn Konferansa Komkujiya Dêrsîmê bû û li Dêrsîmê derbarê referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê de daxuyanî da Rûdawê.
Îsmaîl Beşikçî amaje kir ku divê Kurd yekrêz bin û referandûmê pêk bînin û wiha got: “Tişta girîng ew e ku Kurd li Rojhilata Navîn û Cîhanê çi dixwazin. Bi baweriya min pêwistiya Kurdan bi dewleteke serbixwe heye. Bila kurd li gor pêwîstya xwe gavan bavêjin, ne bi nerîna Îran û Tirkyê û Amerîka û Rûsya.”
Beşîkçî diyar kir ku eger ji referandûmê ji sedî 70 encam derbikeve kes dê nekarî li hemberî serxwebûna Kurdan derbikeve û kesên ku dibêjin ne demê referandûmê ye rexne kir û wiha domand:
“Gotina ne demê referandumê tekez şaş e û di salên 1960 û 1970an jî ev mijar hatibû rojevê lê demê jî digotin ne demê referandûmê ye. Dema guncan ne niha be dê kengî be. Bi nêrîna min dema niha ji bo referandûmê dema herî guncav e.”
Nivîskar û lêkolînerê tirk destnîşan kir ku nifûsa Kurdan ji ya gelekdewletên cîhanê zêdetir e û nêzîkî 50 milyon nifûsa wan heye lê di nav civaka navnetewî de ti statuya wê nîne û got, bila kurd bibin endamê malbata navnetewî hewl bidin û bibin dewlet.
Herwiha Beşikçî anî ziman, ew bawer nake ku ne Tirkiye û ne jî Îran ji bi serxwebûna Kurdistanê bibin astengî.
Rudaw
