• Saturday, 21 February 2026
logo

Li Mekka operasyonek li dijî endamên DAIŞê

Li Mekka operasyonek li dijî endamên DAIŞê
Hêzên Ewlekariyên Erebistana Siûdiyê li bajarê Mekka operasyonek li dijî çend kesan encam dan, ew kes bi piştevaniya çekdarên DAIŞê têne tuhmetbar kirin.

Li gorî zaniyariyên ku di kena Sky News Erebiye de hatine belav kirin herwiha di kenalên fermî yên Erebistana Sipdiyê de hatine belav kirin, îro 5 Gulanê hêzên ewlekariyên Siûdiyê operasyonek li dijî çend kesan li bajarê Mekka pêkanîn, tê guman kirin ku ew kes ser bi çekdarên DAIŞê ve ne.

Kenala navborî tekez kiriye ku operasyon li dijî çend alîgir û endamên DAIŞê li bajarê Mekka pêkhatiye, li ti zaniyariyên din derbarê vê operasyonê, nasnameyan wan kesan, armanc û encamên wê belav nekirine.

Basnews
Top