Îro li Bexdayê xwepêşandanên mezin birêve diçin
Bi fermana Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, hemû rêk û pirên ku diçin qada Tehrîr û navçeya Kesk ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine girtin.
Peyamnêrê Rûdawê ji Bexdayê ragihand ku di çarçoveya fermana Ebadî de hêzên ewlekariyê rêka rojhilatê Bexdayê ya Medîne Sedr, Melebil Şeib, Rûbiî, Pira Sinek, rêka Elawiyê, Pira Emane û pira Komarî li pêşiya xwepêşanderan girtine da ku derbasî meydana Tehrîrê nebin.
Hemû rêkên ku diçin Meydana Tehrîrê û navçeya Kesk ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine girtin. Tenê pira Tehrîrî vekirî hatiye hiştin ku ew jî ji bo hatin û çûyîna asayî ya xelkê ye, ne ku di wê rêkê de xwepêşanderên Iraqî bên û derbasî meydana Tehrîrî bibin.
Ji aliyekî din ve Muqteda Sedr bangawazî li xwepêşander û alîgirên xwe kiriye ku vê xwepêşandan ku biryar e îro birêve biçe, li cîhên ku nimêjîn Înê lê têne kirin û li navçeyên xwe lidar bixin.
Herwiha ji aliyê Tevgera Sedr ve, hatiye armanckirin ku xwepêşandanên îro jî bi beşdariya milyonek kesan bê lidarxistin.
Piştî aloziyên li paytextê Iraqê bajarê Bexdayê û derbasbûna xwepêşanderan bo nav taxa Kesk a Bexdayê û ketina xwepêşanderan bo nav avahiya palramentoyê, parlamenterên Kurd ên li parlamentoya Iraqê ji Bexdayê vegeriyabûn Kurdistanê.
Rudaw
