• Saturday, 21 February 2026
logo

Erdogan: Dibe ku em pêvajoya çareseriyê bidin destpêkirin

Erdogan: Dibe ku em pêvajoya çareseriyê bidin destpêkirin
Serokomerê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan derbarê pêvajoya çareseriyê de got: “Me gotibû, me pêvajoya çareseriyê xistiye sarincê de, lê me negotiye me pêvajoya çareseriyê bidawî kiriye.”

Serokomerê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Beştepeyê ya Stenbolê ligel endamên Komîsyona Daxwazname û Mafên Mirovan û Hawirdora Parlamentoyê civiya.

Recep Tayyip Erdogan anî ziman, pêşniyara kongreya derasayî ya AK Partiyê Serokwezîrê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Ahmet Davutoglu pêşniyar kiriye û got: “Min çawa erk dewrî wî kir, ew jî dê dewrî yekî din bike. Heger ev yek dîrej biba dê zerar bida. Emê xwe nûve bikin em dê bihêztir bibin.”

Herwiha Erdogan derbarê egera destpêkirina pêvajoya çareseriyê de jî wiha got: “Me gotibû, me pêvajoya çareseriyê xistiye sarincê de, lê me negotiye me pêvajoya çareseriyê bidawî kiriye.”

Rudaw
Top