• Saturday, 21 February 2026
logo

5 partiyên Kurd li dijî Sykes-Picot banga serxwebûnê dikin

5 partiyên Kurd li dijî Sykes-Picot banga serxwebûnê dikin
Di sedemîn salvegera peyamana Sykes-Picot û parçekirina Kurdistanê de, 5 partî û rêxsistinên Kurdî yên Bakurê Kurdistanê bang li xelkê Kurd kirin, ku di xwepêşandana şermezarkirina vê peymanê de beşdar bibin.
Bi nêzîkbûna sedemîn salvegera peymana Sykes-Picot, ku bi wê peymanê axa Kurdistanê ya di bin kontrola Împeratoriya Osmnaî de hat parçekirin, Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Kurdistanê (PAKURD), Partiya Demokrata Kurdistanê li Bakurê Kurdistanê (PDK-BAKUR), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Hereketa Azadî bi daxuyaniyek hevbeş bang li gelê Kurd û Kurdistaniyan kirin, ku li dijî wê peymanê û şermezarkirina peymana ku bi wê Kurdistan hatiye parçekirin, beşdarî di xwepêşandana li Almanya de bikin.

Di vê banga hevbeş de, her 5 partî û rêxistinên Bakurê Kurdistanê dibêjin: “Sala 2016an sedsaliya Peymana
Sykes-Picot e û peymana hanê sedema bingehîn a bindestiya gelê me ye, parçebûna welatê me ye, sedema bê statukirina miletê Kurd e, ku yek ji qedîmtirin gelên Rojhilata Navîn e.”

Ew 5 partî û rêxistinên Bakurê Kurdistanê bang li Kurdên li Ewropa û diyaspora dikin, ku xwe ji xwepêşandana şermezarkirina peymana Skes-Picot re amade bikin, biryar e di roja 14ê Gulan a 216ê de li li bajarê Kolnê yê Almanya bê lidarxistin.

Biryar e roja 14.05.2016an di 100mîn sala peymana Sykes-Picot de li bajarê Kolnê, xwepeşandanek bi dirûşma “Ji bo rojeke Serbixwe” bê lidarxistin û hinek hunermend û saziyên demokratîk û partiyên siyasî jî pîştgiriya xwe bo wê çalakiyên ragihandine.

Çalakî dê saet 13:00ê nîvro li gor dema Almanya û li adresa Heumarkt-50667 li bajarê Kolên dest pê bike.

Di banga hevbeş a wan partiyan de herwiha tê gotin: Em bangî hemu Kurdên Ewropayê dikin, ku bi Alayên Rengîn beşdarî çalakiya hanê bibin û daxwazên netewî û demokratîk yên gelê Kurd bigihinin raya giştî ya cihanê.
Top