PKKê 15 serbazên Tirkîyê kuştin
Li gorî daxuyanîya HPGê, ew serbazên Tirk li nawçeya şemzînan û Atoş li ser sînorê Tirkîyê û Îraqê hatîne kuştin.
Di niha da şer û alozîyan bêtirîya nawçeyên bakorê Kurdistanê vegirtîne, û rojane li parêzgehên Amedê, Hekarîya, Şirnexê û Mêrdînê, supayê Tirkîyê û gerrîlayên, PKKê berhingarî hevdu dibin.
Li 24ê tîrmeha borî supayê Tirkîyê dest bi operasyonên serbazî li dijî Tirkîya kir, û her zû şer û alozî berbi bajêran ve hatine veguhestin.
War.tv
