• Saturday, 21 February 2026
logo

Sîstanî derbarê rewşa Iraqê de hişyarî da

Sîstanî derbarê rewşa Iraqê de hişyarî da
Oldarê mezin ê Şîeyên Iraqê Ayetullah Elî Sîstanî derbarê rewşa siyasî ya Iraqê de daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand, ku ew bi hûrî çavdêriya rewşê dikin. Sîstanî hişyarî da aliyên siyasî yên Iraqê û daxwaz ji wan kir, tenê hizir li pêşeroja gel bikin.

Ofîsa oldarê mezinê Şîeyên Iraqê Ayetullah Elî Sîstanî derbarê dawî rewşa li Iraqê de daxuyaniyek belav kir.

Di daxuynaiyê de ku li ser malpera fermî ya Ofîsa Elî Sîstanî hatiye belavkirin, tê gotin: "Beşek ji malperên nûçeyan di van demên dawiyê de hin zanyarî û helwestên siyasî li ser navê oldarê mezin ve belav dikin ku ti ji wan zanyariyên rast nînin û ji rastiyê dûr in."

Sîstanî radigihîne: "Oldarê Mezin çavdêriya rewşê dike û hest bi bêzarî û xemê dike li hember wan kesên ku pêwîst bû xizmeta welatiyên xwe bikin û xweşguzeraniyê û pêwîstiyên jiyanê ji wan re dabîn bikin, lê belê ber bi cîbicîkirina berjwendiyên taybet, pevçûn, kêberiyên siyasî û derxistina astengiyên zêdetir ji welatiyên re pêngav avêtine."

Di beşeke din a daxuyaniyê de, Sîstanî hişyarî dide hemû aliyan û daxwaza ji wa dike, ku "bi hemû awayî hizir li pêşeroja gelê xwe bikin û pêngvaên cidî bo derbasbûn ji vê rewşa niha û çûna ber bi pêşerojeke baştir bihavêjin."

Rudaw
Top