AKP û MHPê li ser hesabê kurdan nêzîkî hev dibin
Piştî ku di hilbijartina 7ê Hezîrana 2015an de, rêjeya dengên AKPê daket jêr ji sedî 40, guherîneke berçav di gotar û siyaseta AKPê de pêkhat. Siyaseta çûna ber bi gotara neteweperest hat meşandin. Ev jî bû sedemek ku MHP gotara xwe li hember AKPê nerm bike. Devlet Bahçelî bi vê jî nesekinî, lê piştevaniya xwe ji bo hemû pêngavên hikûmeta AKPê wek operasyon û şerê li Bakurê Kurdistanê nîşan da. Tev Bahçelî civînên fraksyona partiya xwe li Parlamentoya Tirkiyê, li şûna rexnekirina performansa hikûmetê, kir platformek bo piştevanî kirina AKPê.
Dîroka MHPê
MHP di 9ê Sibata 1969an de hat damezrandin. MHP Tirk-Îslam ji xwe re dike mînak û berevaniya neteweya Tirk dike. Alparsalan Turkeş ku wek ruhê neteweperestiya tirkî tê naskirin, damezrênerê MHPê ye û ji sala 1997an ve jî Dewlet Baxçelî serokê MHPê ye.
Di salên 70yî de, MHP rikeberiya Partiya Selameta Milî dikir ku ew jî partiyeke îslamî bû. AKP li ser dîrok û kultûra fikirî ya wê partiyê hat damezrandin. Di hilbijartina 7ê Hezîrana 2015an de, MHP 80 kursiyên parlamentoyê bi dest xist. Lê hilbijartin hat dubarekirin û piraniya kursiyên MHPê ji AKPê re çûn û MHPê tenê 46 kursî bi dest xist.
Ji xeynî Bakurê Kurdistanê ku alîgirên MHPê lê nînin, li hemû deverên din ên Tirkiyê, alîgirên AKP û MHPê, di aliyê kultûrî û civakî de pir nêzîkî hev in û tevî hev in, nemaze li navçeyên navîn û rojhilatê Anadolê ku hejmara herî zêde ya dengderan li wan heye.
Dibe ku ev nêzîkbûna cemawerî ya herdu aliyan sedemekî sereke be ya hevahengiya wan herdu partiyan piştî 7ê Hezîranê. Lê li gor çavdêrên siyasî mesele ev yek derbas kiriye û girêdayî vîna serokomarê Tirkiyê Receb Teyb Erdogan û serokê MHPê Devlet Bahçelî ye.
Pisporê siyasî û cîgirê serokê zanîngeha Tors li Mêrsînê Prof. Ehmed Ozer ji Rûdawê re got "Piştî darbeya 1980, Alparsalan Turkeş li zindanê got (Em di zindanê de ne, lê ramanên me di desthilatê de ne). Vêga jî rewş wiha ye. MHP opozisyon e, lê tiştê ku nikaribû bi rêya opozisyonbûna xwe bike, Erdogan û hikûmeta AKPê dikin."
Li gor Ozer, hevahengiya Erdogan û Baxçelî li ser du hîman pêk tê: "Ji wexta ku kurdan destê xwe ji Erdogan kişandiye, Erdogan dixwaze hestên neteweperest ên dengderên MHPê bikşîne aliyê xwe û biryarê li ser hilbijartina pêşwext bide. Bi vî awayî ew bi kevirekî du çûkan dikuje; Erdogan dixwaze dengderên MHPê bikşîne aliyê xwe û piraniya destûrî misoger bike. Herwiha ji ber fişara çend kesayetiyên MHPê li ser Baxçelî ku doza guherandina pêrewa navxweyî dikin û dixwazin hilbijartina pêşwext bê kirin, Baxçelî dixwaze Erdogan fişarê li ser dadgehê bike da li berjewendiya rikeberên wî biryar nede.”
Bo AKPê metirsîdar e
Di dema bangeşeya hilbijartina 7ê Hezîranê de, Erdogan got "Pêvajoya çareserkirina kêşeya Kurd hatiye taloqkirin", lê vê dawiyê, di du civînên fraksyona MHPê de, Dewlet Baxçelî got: "Pêvajoya çareseriyê hat binaxkirin." Ev jî tê wateya ku AKP derbarê pirsa Kurd hatiye ser raya MHPê.
Li gor nivîskar û pisporê pirsa Kurd Ruşen Çakir, hevahengiya AKP û MHPê ne tiştekî sosret e "Lê eger hevahengiya AKP û MHPê tenê li ser hîmê çareserkirina pirsa Kurd bi dare zorê û tedbîrên ewlehî be, êdî mesele ji bo AKPê metirsîdar e."
Di şîroveyeke xwe bo kanala Media Scope de Çakir dibêje "Hevahengiya AKP û MHPê bi vî rengî ne di berjewendiya herdu aliyan de ye. Çimkî tevî kêmbûna cudahiyên di navbera wan de, lê AKPê ji bangeşeyeke xwe ya pir girîng û stratejî poşman dibe. Ev jî bangeşeya çareserkirina pirsa Kurd e bi awayekî bingehînî li Tirkiyeyê. Lewra çûna ser raya MHPê, tê wateya poşmaniya AKPê ji wê bangeşeya ku ev bû çend sal dikir."
Beriya ku bigihe desthilatê, Receb Teyb Erdogan pêşî xwe nêzîkî lîberalên Tirkiyê û dengderên Kurd kir. Nexasim di gera yekem a desthilata wî de wek serokwezîr (2003-2007), di meseleya berfirehkirina azaddiyan û gihîştina pîvanên Yekîtiya Ewropayê de, ji nêzîk ve hevahengiya wî bi lîberalan re hebû. Bi saya vê yekê jî Erdogan di çend hilbijartinên bi dû hev de, hejmareke zêdetir a dengan bi dest xist û kartêkirina xwe li ser siyaset û dewletê zêdetir kir. Lewra ne dûr e ku hevahengiya wî ya vê carê bi MHPê re ji bo heman armancê be.
Pispora kêşeya Kurd li Tirkiyê û mamosteya zanîngehê Arzu Yilmaz dibêje "Meseleya MHPê heman tişt e. Erdogan di çi wextî de xwe nêzîkî MHPê dike? Di wê demê de ku dengên AKPê pir kêm bûne. Lewma Erdogan xwe roj bi roj nêzîkî alîgirên MHP û Serokê MHPê Devlet Bahçelî dike. Divê em vê yekê jî wek beşekî ji siyaseta pragmatîk a 13 salî ya Erdogan bibînin."
Bi nerîna Yilmazê, di dema ku ev xwendin li ser hevahengiya AKP û MHPê tê kirin, nabe behsa hurdekariyekê neyê kirin ku ew wek "girîng" wesf dike û dibêje "Hevahengiya Erdogan bi Kurd û lîberalan re, aliyekî wê yê berfireh hebû û temamiya Tirkiyê lixwe digirt. Armanc ew bû Tirkiyê bibe welatekî demokratîk, lê hevahengiya wî bi MHPê re temamiya Tirkiyê lixwe nagire, berevajî wê dubendiyan pêk tîne. Armanc ne azadiya welêt e, lê xurtkirina porseya totalîtarîzekirina Tirkiyê ye."
Rudaw
