• Saturday, 21 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Hikûmeta Herêma Kurdistanê amadeye ligel Lêborîna Navdewletî kar bike

Mesrûr Barzanî: Hikûmeta Herêma Kurdistanê amadeye ligel Lêborîna Navdewletî kar bike
Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Sekreterê Giştî yê Rêxistina Lêborîna Navdewletî Salîl Şetî kir, û tekz kir ku, Herêma Kurdistanê amadeye ligel rêxistinê kar bike û çi kêmaniyên hebin werin çareser kirin.

Nivîsgeha Ragehandina Encûmena Asayişa Herêma Kurdsitanê belav kiriye ku, îro 4 Gulanê Şêwirmendê Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Sekreterê Giştî yê Rêxistina Lêborîna Navdewletî Salîl Şetî û şanda ligel wî kir û di civînê de amdebûna Herêma Kurdistanê jibo karkirin ligel Rêxistina Lêborîna Navdewletî jibo çareser kirina hemû pirsgirêkan û hemû kêmaniyan.

Di civînê de naveroka dawî raporta Rêxistina Lêborîna Navdeletî û paşeroja alîkariyên jibo şerê li dijî DAIŞê gotûbêj kirin, ji aliyê xwe ve Salîl Şetî amaje bi pêbendîbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi mafên mirov û parastina xelkên sivîl kir û got: “Em pêbendîbûna Hikûmeta Herêma Kurdistan bi mafê mirov û hevkariya wê ligel Lêborîna Navdewletî bilind dinirxînin.”

Di civînê de herdu aliyan gotûbêj li ser mîkanîzma amadkirina raportan, Mesrûr Barzanî tekez kir ku Herêma Kurdistanê amadeye ligel Rêxistina Lêborîna Navdewletî kar bike jibo çareser kirina hemû kemûkurtiyan û ragehand: “Dilniyame ev ne siyaseta Herêma Kurdistanê ye, em dixwazin lêkolînê li ser wan haletên ku di raportê de hatine bikin.”

Basnews
Top