Pêşmerge 10 km pêşve çû
Hêzên Pêşmerge îro çarşemî 5ê Gulanê li Eniya Guwêrê dest bi paqijkirina deverê ji bom û mînên vedayî yên DAIŞê kirin.
Di dema paqijkirina deveran de, di navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de şer derket.
Berpirsê Eniya Guwêr a Hêza Pêşmerge Qadir Qadir ji Rûdawê re ragihand, Hêzên pêşmerge li nêzîkî gundê Ebû Şîte ve ber bi Çemê Zabê ve dest bi pêşveçûnê kir û îro zêdetirî 10 kîlometran pêşve çûn.
Qadir Qadir got: “Di saet 12:00 nîvro de şer di navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIşê de dest pê kir û di encama pevçûnan de zirarek mezin gihîşt DAIŞê.”
Qadir herwiha ragihand, balafirên şer ên hevpeymanan piştgîrî dan Hêzên Pêşmerge û di çend saetan de zêdetir ji 8 caran çeper û binkeyên DAIŞê li gundê Ebzex bombebaran kirin.
Heyama 4 rojan e ku çekdarên DAIŞê êrişî çeperên Hêzên Pêşmerge dikin. Duh sêşemî 3ê Gulanê DAIŞê bi dirêjiya 100 kîlometrî bi çekên giran û çekdarên xwekuj û otomobîlên bombekirî li eniyên Mexmûr, Guwêr, Xazir, Başîk, Werdek, Badoş, Naweran, Tilsiqof êrişî çeperên Hêzên Pêşmege kirin.
Her îro çekdarên DAIŞê li Til Eferê êrişî çeperên Hêzên Pêşmerge kirin, lê belê Pêşmergeyan bi tundî bersiva êrişa çekdarên DAIŞê dan.
Li bajarokê Tilsiqofê jî ku duh sêşemî şerekî giran li wê derê di navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de derketibû, îro 12 çekdarên DAIŞê hatin dîtin ku xwe di nav avahiyên bajarokê Tilsiqof de veşartibûn.
Di navbera wê koma çekdarên DAIŞê û Hêzên Pêşmerge de şer derket. Yek ji çekdarên DAIŞê di dema şer de xwe teqand û di encamê de efserekî Pêşmerge şehîd ket.
Di encama pevçûnan de 9 çekdarên DAIŞê jî hatin kuştin û 2 çekdaran jî xwe radestî pêşmergeyan kir.
Di şerê îro û duh de zêdetirî 100 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û 50 çekdarên din jî birîndar bûn. Herwiha bi hevkariya balafirên hevpeyamanan 42 otomobîlên leşkerî yên DAIŞê hatin teqandin.
Rudaw
