• Saturday, 21 February 2026
logo

Xurmatû.. Heşdî Şeibî ala Kurdistanê li ser fermangehan dadixin

Xurmatû.. Heşdî Şeibî ala Kurdistanê li ser fermangehan dadixin
Çekdarên milîsên Heşdî Şeibî alayên Kurdistanê li ser fermangehên bajarê Xurmatûyê dadixin û berpirsekî Kurd jî ragehand, ev tiştekî ku bê qebûl kirin nîne.

Berpirsê navçeya Xurmatû yê PDKê Ehmed Şêx Lengerî ji BasNewsê re ragehand, daxistina ala Kurdistanê li fermangehên hikûmetê, tiştekî ku bê qebûl kirin nîne, ji ber ku Xurmatû navçeyekî Kurdistanê ye û gelê Kurd gelek qurban li vî bajarî dane.

Li gor gotinên Ehmed Şêx Lengerî, çekdarên Heşdî Şeibî duh ala Kurdistanê li ser banqa Reşîd li Xurmatû yê daxistine.

Basnews
Top