• Saturday, 21 February 2026
logo

Konsolosa Amerîkayê serdana Colemêrgê kir

Konsolosa Amerîkayê serdana Colemêrgê kir
Konsolosa Amerîkayê ya Edenê Linda Stuart Specht, şevê din serdana bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê kir û ligel Waliyê Colemêrgê Yakup Canpolat û Wekîla Hevserokê Şaredariyê Fatma Yildiz civiya.

Konsolosa Amerîkayê ya Edenê Linda Stuart Specht, şeva xwe li Colemêrgê derbas kir û vê sibê yekem car çû serdana Waliyê Colemêrgê Yakup Canpolat.

Konsolosa Amerîkayê piştre jî serdana Wekîla Hevserokê Şaredariyê Fatma Yildiz kir. Hevdîtina Specht û Yildiz nêzîka saetekê berdewam kir û ji çapemeniyê re girtî bû.

Serdana Konsolosa Amerîkayê Linda Stuart Specht, di demekê de ye ku gelek navçeyên Colemêrgê wek "Herêmên Ewlekariya Taybet" hatine ragihandin û sivîl nikarin biçin wan cihan.

Ji aliyekî din ve jî li navçeyê şerê navbera şervanên Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) û leşkerên Tirkiyê berdewam e. Loma serdana Konsolosa Amerîkayê bo deverê girîng tê dîtin.

Rudaw
Top