• Saturday, 21 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Sekreterê Giştî yê rêxistina Amnesty International kir

Serok Barzanî pêşwaziya Sekreterê Giştî yê rêxistina Amnesty International kir
Roja çarşem 04.05.2016 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Selîl Şetî Sekreterê Giştî yê rêxistina Amnesty International û şandekî li gel kir.

Li hevdîtinê de Sekreterê Giştî yê rêxistina Amnesty International bi kurtî di derbarê erk û kar û siruşta çalakiyên rêxistina Amnesty International li Rojhilata Navîn û Efrîqa û Kurdistanê ji bo Serok Barzanî xisterû û ji bilî wê yekê ku pêzanînên xwe ji bo xweragiriya gelê Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge li beranber qeyrana mirovî û darayî û hereşeyên emnî hebû, destxweşiyê jî li dilfirehî û yarmetîdana gelê Kurdistanê ya ji bo sedan hezar koçber û lêqewimiyan kir. Sekreterê Giştî yê rêxistina Amnesty International behsa rapora rêxistinê ya di derbarê rewşa mafên mirov yên li bereyên şerê dijî terorîstên Da'îş kir û nîgeraniyên xwe bi Serok Barzanî ragihand.

Li beranber da Serok Barzanî destxweşiyê li rêxistina Amnesty International kir û pêzanînên xwe ji bo kar û çalakiyên mirovdostî hebû û ragihand ku rapor û têbîniyên wan ji aliyê Herêma Kurdistanê ve bi girîngî têne wergirtin û dezgehên peywendîdar duvdaçûnê li ser wan dikin.

Serok Barzanî li gotarek de ji bo şanda mîhvan ji bilî balkişandina li ser êşên gelê Kurdistanê yên li sed salên derbasbûyî û her wiha tawan û dilreqiyên terorîstên Da'îş yên di derbarê pêkhatan û gelê Kurdistanê de, siyaseta giştî ya Herêma Kurdistanê ya di derbarê şerê terorîstan û rêzgirtina li mafên mirov xisterû û ragihand ku gelê me êş û azarê dîtiye ji destê dîktator û terorîstan de, ji bo wê yekê jî gelek baş li bihayên û azadî û mafên mirov têdigihe û rêz lê digre. Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku her di destpêka şerê terorîstan rênimayiyên taybet yên di derbarê parastina mafên mirov û karkirina bi yasayên navdewletî ji bo Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê derketiye.

Di derbarê terorîstên Da'îş jî Serok Barzanî wê yekê rûnkir ku her kesek hevkariya Da'îş kiribe û destê wî li tawanên dijî Êzîdî û Mesîhî û pêkhatan da hebê hesabê Da'îş ji bo wan tê kirin û çarenûsa wan ya Da'îş dibe û nabê çavpoşî li wan bê kirin ku tawaneke mezin di derbarê Êzîdî û Mesîhî û pêkhatan encam dabe. Serok Barzanî eve jî dûpat kir ku ew xelkên hîç peywendiyên wan li gel Da'îş da tûne maf û kerameta wan parastiye û wekî hemwelatiyekî asayî muamele li gel wan da tê kirin amadehiya Herêma Kurdistanê jî ji bo hemû cûre hevkarî û hemahengiyek li gel rêxistina Amnesty International û rêxistinên mirovparêzên cîhanî din ragihand.


Top