• Saturday, 21 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Komara Îslamiya Îran li Iraqê kir

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Komara Îslamiya Îran li Iraqê kir
Roja çarşem 04.05.2016 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Hesen Danayîfer Balyozê Komara Îslamiya Îran li Iraqê û şandekî li gel kir ku ji Muhemed Alî Îshaq Cîgirê Balyoz û Murteza Îbadî Konsolê Giştî yê Komara Îslamiya Îran li Hewlêr û hejmarek karbidestên Balyozxaneya Komara Îslamiya Îranî li Iraqê pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de Balyozê Komara Îslamiya Îran li Iraqê pîrozbahiya serkeftinên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li Serok Barzanî kir bi taybetî yên li bereya Bakûrê Musil û gundê Beşîr ku zebirekî kuşinde li terorîstên Da'îş hate dayîn. Her wiha li gotarek da Serok Barzanî li siyaset û dîtin û nêrînên welatê xwe yên di derbarê rewşa siyasiya Iraqê û pêşhatên dawî û guhertinên siyasî agahdar kir.

Her li vê hevdîtinê de di derbarê qeyrana siyasiya Iraqê û rûdawên Encûmena Nûnerên Iraqê de danustandina bîr û ramanan kirin û ronahî xistin li ser rewşa meydanî ya bereyên şerê terorîstan û qonaxa piştî Da'îş û azadkirina Musilê.

Top