Neteweyên Yekgirtî daxwazê li Herêma Kurdistanê dike hewla çareser kirina rewşa Îraqê bide
Di hevdîtinkê de şanda mêvan behsa rewş û pêşhatên siyasiyên Bexdayê kir û dilgiraniya xwe li hember bûyerên vê dawiyê li Parlemênta Îraqê nîşanda û amaje bi vê yekê da ku Neteweyên Yekgirtî li ser hewlên xwe ji bo danûstan tevî aliyên Îraqî berdewame ji bo vê yekî hemû aliyek hest bi berpirsariya rewşa hestiyara niha bike û hewla çareserkirna vê rewşê bidin. Her wiha hêvî xwest serkirdatiya Herêma Kurdistanê ji îro ve hewla xwe bide ku tevî hemû aliyan vê rewşê çareser bike û ji bo danûstan û diyalogê serdana Bexdayê bike.
Serokwezîr spasiya têbînî û raya Yan Kobîş kir û amaje bi vê yekê da ku her çend Herêma Kurdistanê hin pirsgirêk tevî Bexdayê heye û hijmarek babet hene ku heya niha tevî Bexdayê nehatine çareser kirin, lê Herêma Kurdistanê li ser vê bawerê ye ku rewşa niha di berjewendiya Îraq û deverê nine ku valahiya rêveberî, siyasî û amnî li Îraqê durust bibe. Lewma em li ser hewlên xwe ji bo piştîvaniya hikûmeta niha ya Îraqê berdewam in ku çi valahiyeka rêveberî çê nebe û tevî aliyên din danûstanê dikin ji bo çareser kirina vê rewşê.
