• Saturday, 21 February 2026
logo

Belgeyên peyvendiya DAIŞê û Esad aşkera bun!

Belgeyên peyvendiya DAIŞê û Esad aşkera bun!
Çend belgeyên ku hebûna peyvendiyên di navbera rêxistina tund a DAIŞê û rejîma Sûriyê aşkara dikin derketin û di wan belgeyan de derdikeve ku DAIŞê Tedmûr vala kiriye.

Li gor wan belgeyane , ku ji aliyê kanala Skynewsê ya Brîtanyayê ve hatiye belav kirin de, ku ji aliyê çekdarên ku ji DAIŞê cuda bune ve hatiye bidestxistin de; fermandarekî paydar ê DAIŞê berî rizgarkirina bajarê Tedmûrê yê dîrokî, ji aliyê rejîma Sûriyê û artêşa Rusyayê ve ji wan hatiye xwestin ku çekdarên DAIŞê çekên xwe yên giran veguhezine bajarê Reqqayê.

Li gor zanyariyên bi dest ketine, rizgarkirina bajarê Tedmûrê li ser bingehê rêkevtinekî veşartî ya DAIŞ û rejîma Beşar Esad buye. Çekdarên cudabune li DAIŞê ji Skynewsê re ragehandine ku, bi piştrastî û teqez hemahengiyek li gel rejîma Sûriyê de heye, bo dagirkirinê jî û bo vekişîna ji navçeyên Sûriyê jî bi hemahengî tê kirin.

Li gor grubên opozîsyona Sûriyê, serokê rejîma Sûriyê Beşar Esad piştgiriya DAIŞê dike û ev belgeyane jî behsa vê dikin, ku heta naha rejîm û artêşa Sûriyê tu bombeyekî bermîlî ne avêtiye cîhê xîlafeta DAIŞê ango Reqqayê. Lê bajarê Helebê bi berdewamî bombebaran dike, ku beşekî piraniya vê jî di bin desthilatdariya grubên opozîsyona Sûriyê de ye.

Basnews
Top