• Saturday, 21 February 2026
logo

Li Kurdistanê amadekarî bo pêşwazî kirina awareyên Mûsilê tê kirin

Li Kurdistanê amadekarî bo pêşwazî kirina awareyên Mûsilê tê kirin
Mesrûr Barzanî li gel Serokê Xaça Sora Îraqî civiya.

Duh Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Serokê komeleya xaça sor a Îraqê Dr. Yasîn Ehmed Ebas Elomurî û herwiha serokê şaxê Hewlêrê yê xaça sora Îraqî Hawrê Îhsan Sadiq kir.

Di hevdîtinê de ku Cîgirê Serokê dezgeha xêrxwaziya Barzanî Mûsa Ehmed jî tê de beşdar bû behsa rewşa însanî ya penaberan û rewşa kempên penaberan yên li Kurdistanê de hate kirin û şanda mêwan jiber hevkariyên ku ji aliyê Kurdistanê ve pêşkêşî penaberan hatine kirin û herwiha jiber pêşwazî kirina hijmareke zêde ji penaberan ji aliyê Kurdistanê ve ku xwe jî rastî hin kêşeyên curbicur hatiye, spasiya Kurdistanê û gelê Kurdistanê kir.

Her di civîna han de behsa amdekariyên heyî yên bo pêşwazî kirina hijmareke din ji penaberan di dema operasiyona azad kirina Mûsilê de hate kirin û hate gotin ku lazime amadekariyên heyî bi awayekî werin kirin ku bandora hatina ew hijmara han bo ser Kurdistanê di warê însanî û ewlekarî de were kêmkirin û hevdem lazime canê wan penaberan jî were parastin.

Her di civîna han de biryare xaça sor a Îraqî bi hevkariya dezgeha xêrxwaziya Barzanî û dezgehên din yên hikûmeta Kurdistanê plan û bernameyên pêşwext amade bikin û pêdiviyên penaberan jî werin dabînkirin.

Top