• Saturday, 21 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Yekîtiya Zanîngehên Cîhanê kir

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Yekîtiya Zanîngehên Cîhanê kir
Roja sêşem 03.05.2016 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Profesor Zulkefil Ebdulrezaq Serokê Yekîtiya Zanîngehên Cîhanê kir ku saziyeke cîhanî ya ser bi rêxistina UNESCO ye û sed û bîst welat têda endamin.

Li hevdîtinê de Serokê Yekîtiya Zanîngehên Cîhanê xweşhaliya xwe ji bo serdana Kurdistanê û hevdîtina li gel Serok Barzanî derbirî û her wiha pesna pêşketin û aramiya Herêma Kurdistanê kir û ji bilî hebûna şer û tehdidên li ber Herêma Kurdistanê ji bo dabînkirina aramiya xelkê Kurdistanê destxweşiyê li Serok Barzanî kir. Li beşekî dinê axaftina xwe de Serokê Yekîtiya Zanîngehên Cîhanê, Serok Barzanî ji hengav û çalakiyên yekîtiyê agahdar kir û ragihand ku Yekîtiya Zanîngehên Cîhanê palpiştê xelkê Kurdistane û biryare jî Herêma Kurdistanê bibê endamekî wê Yekîtiyê.

Li beranber da Serok Barzanî bi xêrhatina Serokê Yekîtiya Zanîngehên Cîhanê kir û destxweşî û pêzanînên xwe ji bo kar û çalakiyên wan hebû û her wiha pêşwaziyê li biryara bi endambûna Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Zanîngehên Cîhanê kir û hêviya serkeftinê ji bo wan xwest.

Top