400 çekdarên DAIŞê êrişî Hêzên Pêşmerge kirin
Çekdarên DAIŞê li eniya Giwêr jî êrîşî hêzên Pêşmerge kir û berpirsekî eniya Giwêr ragihand ku DAIŞ piştî şikestina xwe ya li gundê Beşîr êrişên xwe zêde kirine.
Berpirsê çalakiyên fermandehiya Kawa ya Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê Emîd Fetah Îbrahîm ji tora medyayê ya Rûdawê re ragihand ku di şerê li gundê Ebû Şîta de heya niha tenê du Pêşmerge birîndar bûne û di heman demê de ziyanên mezin gihîştine çekdarên DAIŞê, lê di derbarê vê yekê de zanyariyên zelal nehatine bidestxistin.
Her wiha wî berpirsê Pêşmerge da zanîn, piştî ku DAIŞê li gundê Beşîr şikest, hewl dide bi van êrîşan morala çekdarên xwe bilind bike.
Hejar: DAÎŞ dixwaze hêza xwe nîşan bide
Cîgirê Fermandeyê fermandehiya Hêzên Zêrevanî Seîd Hejar ji Rûdawê re daxuyakirin ku niha DAIŞ dixwaze bi wan êrîşan nîşan bide ku hêza wan maye, lê ew nikarin li hemberî pêşmergeyan li ber xwe bidin.
Şerê li Eniya Naweranê berdewam e
Peyamnerê Rûdawê li Eniya Naweranê Eyub Nesrî ragihand îro sibehê çekdarên DAIŞê li Tilsiqof a Mûsilê dest bi topbarankirina çeperên hêza pêşmerge kirine û hêzên pêşmerge bersiva wan topbaranan daye.
Peyamanêrê me diyar kir ku balafirên şerî jî li Eniya Naweranê piştevaniya Hêzên Pêşmege dike.
Herwiha Eyup Nesrî got, nêzîkî 400 çekdarên DAIŞê xwe ji wan êrişan re amade kiribûn û ew çekdarên DAIŞê beşdarî şerî îro bûne û da zanîn şerê qanas û hawînan tê kirin û şer li eniya Tilsiqofê germ e û berdewam balafir jî êrişê dikin.
Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Eniya Xazirê Arîf Teymûr ji Rûdawêre ragihand ku ber bi sibeha îro çekdarên DAIŞê ji çend aliyan ve êrîşî hêzên Pêşmerge kirine û hê jî ew şer berdewam e.
Arîf Teymûr got, Hêzên Pêşmerge ji lîwaya 5ê ya Zêrevanî û Fewca 4ê rûbirûyê wê êrîşê bûne û ti ziyanên Pêşmerge çênebûye lê yên rêxistina DAIŞê çêbûne û lê heya niha ziyanên DAIŞê nehatine zanîn.
Rudaw
