Hêzên Pêşmerge êrîşekî DIŞIê li Beşîrê şikandin
Rêveberê polîsê navçe û nahyeyên Kerkûkê Emîd Serhad Qadir ragehadn: Terorîstên DIŞIê bi 2 vesayîtên bombebarkirî û bi rêya dû xwekujan ve êrîş kirin ser sengerên hêzên Pêşmergeyên li sînorê gundê Beşîr ê li başûrê Kerkûkê ye. Lê berî ku bigehin sengerên Pêşmerge vesayîtên wan hatin teqandin û êrîşa wan hate şikandin.’’
Herwaha got: Di vê êrîşê de Pêşmerge tu ziyanek nedîtiye, lê ew du xwekujên ku şofêrê vesayîtên bombe barkirî bun hatin kuştin û herêm naha aram e û tu tevgerînekî DIŞIê li navçeyê pêknehatiye. ‘’
