• Saturday, 21 February 2026
logo

Li Kilîsê êriş; 1 kuştî, 2 birîndar

Li Kilîsê êriş; 1 kuştî, 2 birîndar
Ji nav axa Sûriyê çend roket ber bi bajarê Kilîsê yê Bakurê Kurdistanê ve hatin avêtin. Di encama ketina roketekê di nav bajêr de 1 kes hatin kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.

Îşev 2ê Gulanê di saet 19:10an de 2 roket ber bi bajarê Kilîsê yê Bakurê Kurdistanê ve hatin avêtin. Roket ji curê Katyuşa ne û ji nav axa Sûriyê ve hatin avêtin.

Li gor zanyariyên, roketek li taxa Kazim Karabekir a Kilîsê ket xwarê û di encamê de kesek hat kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.

Piştî ketina roketê li navenda bajarê Kilîsê hejmareke zêde ya ambulans û tîmên hawarçûnê ber bi cihê bûyerê ve birêketin.

Herwiha hejmareke zêde ya hêzên polîs gihîştin cihê bûyerê.

Ji 18ê Kanûna 2016ê ve heya îro di encama êrişên roketî yên bo ser bajarê Kilîsê yê Bakurê Kurdistanê de 19 kes hatine kuştin.

Rudaw
Top